Barış Gündoğan
27 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) der barê êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê da wiha got: "Bi vê êrîşê va careke din dîsa hat dîtin ku kî êrîşî sivîlan dike. Ji terorîstên ku ev êrîş kirine zû yan jî dereng hesab wê bê pirsîn."
Wezareta Parastina Neteweyî der barê êrîşa dijî Serkonsolosxaneya Mûsilê da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em vê êrîşa nemerd a dijî serkonsolosxaneya me ya Mûsilê şermezar dikin. Bi vê êrîşê va careke din dîsa hat dîtin ku kî êrîşî sivîlan dike. Ji terorîstên ku ev êrîş kirine zû yan jî dereng hesab wê bê pirsîn. Em amade ne ku bi birayên me yên Iraqî va ji bo têkoşîna dijî terorê û ewlehiya sînor hevkariyê bikin. Em ê dafikên terorîstan di ser serê wan da hilweşînin, wan tevî xeyala wan a dixwazin herêmê di nav xwînê da bixeniqînin di xendekan da çal bikin."