07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku di civîna Orgeneral Hulusi Akar ya digel sererkanê DYA Joseph Dunford û Sererkanê Rûsyayê Valery Gerasimov ya li Antalyayê, aliyan di serî da rewşa êstayî ya berengariya dijî rêxistinên terorê yên ku li Sûriyeyê çalak in gotûbêj kirin. Herwiha derbarê pirsgirêkên ewlekariyê yên herêmî li Sûriye û Iraqê axixvîne.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku di serdema pêşiya me da wê bi şêweyekî karatir li dijî terorê têbikoşin. Bi vê meqsedê ji bo rêgiriya bûyerên muhtemel di navbera hêzên çekdarên her sê welatan komelek tedbîr hatine nirxandin.
