Tirkiye

Ji Tirkiyeyê dijî soza hilbijartinê ya Netanyahu berteka tund

Wezareta Karên Derva:"Em gazî civaka navneteweyî dikin ku li hember helwesta Îsraîlê ku bêperwa rêgezên bingehîn yên hiqûqê binpê dike bertekê nîşan bidin"

Elif Orhan  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
Ji Tirkiyeyê dijî soza hilbijartinê ya Netanyahu berteka tund

Ankara

Wezareta Karên Derva daxuyaniyên Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ya wekî cî û warên Cihûyan ên dereqanûnî yên li Şerîaya Rojava ya dagirkirî "îlhaqê Îsraîlê bikin " wekî "Tezahûreke nû ya sepanên ku hiqûqê nas nakin û dagirkeriya Îsraîlê ya ku bi dehan sal e dewam dike" bi nav kir û ragihand ku "Ev hewldana nemeşrû bi tu awayî nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat gotin ku "Daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu yên wekî heke hilbijartinên giştî yên di 17ê îlonê da qezenc bike dê Geliyê Urdinê yê li Şerîeya Rojava û cî û warên dereqanûnî bên îlhaqkirin tezahûreke nû ya sepanên ku hiqûqê nas nakin û dagirkeriya Îsraîlê ya ku bi dehan sal e dewam dike. Ev hewldana nemeşrû bi tu awayî nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:"Em gazî civaka navneteweyî dikin ku li hember helwesta Îsraîlê ku bêperwa rêgezên bingehîn yên hiqûqê binpê dike bertekê nîşan bidin. Tirkiye dê ligel gelê Filistinê ya bira cî bigire û dê bi hemû hêza xwe va piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna serxwebûnê ya mafdar a Dewleta Filistînê bidomîne."

- "Soza hilbijartinê ya Netanyahu soza dewleteke Apartheîd a nijadperest e"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî di peyama xwe ya ku duh der barê mijarê da parve kir fa gotibû ku "Soza hilhijartinê ya Netanyahu ya ku beriya hilbijartinê bi her cure peyamên dijî qanûnê û êrîşkar va dida ji bo dewleteke Apartheîd a nijadperest e. Emê heta dawiyê heq û hiqûqa birayên xwe yên Filistînî biparêzin."

- Soza Netanyahu ya ji bo îlhaqê

Netanyahu beriya hilbijartina pêşwext a wê di 17ê îlonê da çêbibe daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û gotibû di nav demeke kin da Geliyê Urdunê ya li Şerîeya Rojava wê tevî axa Îsraîlê bê kirin.

Beriya hilbijartina 9ê nîsanê jî Netanyahu gotibû heke ew di hilbijartinê da serkeftî bibe ewê vî soza xwe bi cih bîne. Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Davîd Frîedman jî piştgirî dabû Netanyahu û gotibû heqê Îsraîlê heye ku hin cihên Şerîeya Rojava îlhaq bike.

Li Şerîeya Rojava ya ku Îsraîlê di sala 1967an da dagir kir, nêzîkî 250 cih û warên Cihûyan ên dereqanûnî hene û li van deran ji 400 hezarî zêdetir Cihû dijîn.

Li gor hiqûqa navneteweyî li ser erdên dagirkirî hemû cih û warên Cihûyan dereqanûnî ne.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın