Ji Tirkiyeyê bertekên ji bo serdagirtina Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ji aliyê Îsraîlê va

Ankara
Wezareta Karên Derva êrîşa ku hêzên Îsraîlê li avên navneteweyî bir ser Fîloya Sumûdê ya Kurewî weke çalakiyeke terorî nirxand û bertek nîşan da.
Ji gelek meqamên Tirkiyeyê ji bo serdagirtina Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ji aliyê Îsraîlê va bertek hatin nîşandayin.
Wezareta Karên Derva bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşa ku hêzên Îsraîlê li avên navneteweyî bir ser Fîloya Sumûdê ya Kurewî çalakiyeke terorê ye ku jiyana sivîlên mesûm dixe xetereyê û daxuyaniyê da wiha jî gotin:
"Ji bo ku welatiyên me û rêwiyên din ên ku ji hêla hêzên Îsraîlê va hatine radestkirin demildest bên berdan hemû teşebûs hatin destpêkirin."
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî bertek nîşanî serdagiritna Fîloya Sumudê da û got, "Êrîşa Hikûmeta Netanyahû ya Komkujer ya dijî Fîloya Sumûdê dijminahiya dijî mirovahiyê ye. Midaxeleya li Fîloya Sumûdê dijminane û hovane ye."
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz anî ziman ku pêkan nîne ku êrîşa neheq û hovane ya Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê bê qebûlkirin û got, "Ez êrîşa ku dijî wijdana hevpar a mirovahiyê hat kirin lenet dikim."
Serokê TBMMê Nûman Kurtulmuş jî got, "Her êrîşa ku dê dijî keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî bê kirin bi awayekî eşkere îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye û sûc e."
Serokê Ragihandinê Burhanettîn Duran jî bertek nîşanî serdagirtina Fîloya Sumûdê da û wiha got, "Êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kûrewî ku mebesta gihandina alîkariya bo Xezeyê derketiye rê, nayê qebûlkirin, ez bi tundî şermezar dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.