Ji Tirkiyeyê bo gotinên Serokomarê Yewnanistanê yê der heqê dîroka Tirkan da daxuyanî
"Heyfe ku der heqê dîroka me ya nêz da gotinên bêbingeh gotiye."

Ankara
Wezareta Karên Derva ji bo gotinên Serokomara Yewnanistanê Katerîna Sakelaropulu ya der barê dîroka nêz a Tirkan da gotibû da daxuyanî da û ragihand ku heyfe wê ew gotin gotiye.
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da wiha hat gotin: "Heyfe ku der heqê dîroka me ya nêz da gotinên bêbingeh gotiye."
Serokomara Yewnanistanê di dema merasima nasandina "Qesra Surmene Dinya Pontus Heenîzmê" ya ku tê plankirin li Atînayê bê çêkirin da axivî bû û der heqê dîroka Tirkan da hin îdia anîbû ziman.
Hat gotin ku ew îdia Yewnanistanê zêdetir eleqedar dike lewra di dema dagirkirinê da li herêma Rojhilatê Anadoluyê hemberî welatiyên sivîl tevlî sûcên hov bûne û îdaiyên bêbingeh vê rastiyê naguherîne.
Hat bibîrxistin ku li gor xala 59emîn a Peymana Aştiyê ya Lozanê Yewnanistan li dijî hiqûqa şer tevgeriyaye û ji ber vê jî ceza lê hatiye birîn ku bila berdêla zirar û ziyana bûye sedem, bide.
Ji Yewnanistanê hat xwestin ku bila ji tevgerên zirarê dide têkiliyên herdu welatan dûr bisekine û bi eqlê selîm tevbigere.