Tirkiye

Ji Tirkiyeyê bo Şamê geştên asîmanî yên bipergal dest pê dikin

Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu: "Di 16ê Hezîranê da ji Balafirgeha Stenbol Sabîha Gokçenê bo Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê geşta ewil dê bê kirin"

Ayşe Böcüoğlu Bodur  | 04.06.2025 - Rojanekırın : 05.06.2025
Ji Tirkiyeyê bo Şamê geştên asîmanî yên bipergal dest pê dikin

Ankara

 Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku AJet dê ji balafirgehên Stenbol Sabîha Gokçenê û Enqere Esenbogayê bo Şama paytextê Sûriyeyê geştên asîmanî bide destpêkirin.

Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da der barê plansaziya firînên bo Sûriyeyê da agahî dan.

Uraloglu bal kişand ku AJet dê bo paytextê Sûriyeyê geştên asîmanî bide destpêkirin û wiha dewam kir, "Di 16ê Hezîranê da ji Balafirgeha Stenbol Sabîha Gokçenê bo Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê geşta ewil dê bê kirin. Her wiha di 17ê Hezîranê roja Sêşemê jî ji Balafirgeha Enqere Esenbogayê bo Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê geştên asîmanî dê dest pê bikin."

Uraloglu destnîşan kir ku rojên duşem, çarşem, în û şemiyê ango di hefteyê da 4 rojan geştên dualî dê di navbera Balafirgeha Stenbol Sabîha Gokçenê û Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê da bên kirin û wiha dewam kir, "Rojên sêşem, pêncşem û yekşemê ango di hefteyê da 3 rojan jî geştên dualî dê di navbera Balafirgeha Enqere Esenbogayê û Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê da bên kirin. Tê plankirin ku ji tîrmehê û pê va jî ji Balafirgeha Stenbol Sabîha Gokçenê bo Şamê geştên asîmanî her roj bên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın