Ji Tirkiyeyê bertek bo danezana hevpar a Lûtkeya Welatên Ewropaya Başûr
Welatên Yekîtiya Ewropayê yên ku îmzeya xwe avêtine danezanê di bin dilqê piştevaniyê da bi kerî û lalî dane pey Yewnanistan û Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr û em wan vedixwînin ku bila dev ji vê hişmendiya xwe ya alîgir û yekalî berdin.

Ankara
Berdevkê Wezareta Karên Derva Bîlgîç: Welatên Yekîtiya Ewropayê yên ku îmzeya xwe avêtine danezanê di bin dilqê piştevaniyê da bi kerî û lalî dane pey Yewnanistan û Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr û em wan vedixwînin ku bila dev ji vê hişmendiya xwe ya alîgir û yekalî berdin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Tanju Bîlgîç bertek nîşanî beşên Rojhilatê Behra Spî, Qibrîs û koçberiya bêpergal a da ku di danezana piştî Lûtkeya Welatên Yekîtiya Ewropayê (MED9) da bi hevkarî hat weşandin û ragihand ku ew beş ji rastiyê dûr in yekalî ne û bêvîzyon in.
Bîlgîç bi nivîskî bersiva pirsa der heqê danezana hevpar a ku piştî Lûtkeya MED9ê hatibû qebûlkirin, da.
Berdevk Bîlgîç di bersiva xwe ya nivîskî da got ku 9 welatên Yekîtiya Ewropayê (Fransa, Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr, Xirvatistan, Spanya, Îtalya, Malta, Portekîz, Slovenya, Yewnanistan) duh piştî lûtkeya li Atînayê kirin di danezana hevpar a weşandin da wek salên berê di beşên Rojhilatê Behra Spî, Qibrîs û koçberiya bêpergal da yek alî ne, bê vîzyon in û ji rastiyê dûr in.
Di bersivê da Bîlgîç got: "Welatên Yekîtiya Ewropayê yên ku îmzeya xwe avêtine danezanê di bin dilqê piştevaniyê da bi kerî û lalî dane pey Yewnanistan û Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr û em wan vedixwînin ku bila dev ji vê hişmendiya xwe ya alîgir û yekalî berdin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.