Ji Tirkiye û 7 welatan derheqê plana Trump a agirbesta li Xezeyê û bersiva Hemasê da daxuyaniya hevpar

Ankara
Tirkiye û 7 welatan ragihandin ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li gavên Hemasê yên di mijara pêşniyaza Serokê Amerîkayê Donald Trump a agirbesta li Xezeyê da dikin.
Wezîrên Karên Derva yên Tirkiye, Urdin, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Endonezya, Pakistan, Erebistana Siûdî, Qeter û Misirê der heqê plana pêkanîna agirbestê li Xezeyê da daxuyaniyeke hevbeş weşand.
Li gorî daxuyaniyê, wezîrên karên derva yên Tirkiye û 7 welatan bi kêfxweşî pêşwazî li gavên Hemasê yên di mijara pêşniyaza Trump a bidawîkirina êrîşên li Xezeyê, kuştî û zindî berdana hemû dîlan û destpêkirina mizakereyên mekanîzmayên cîbicîkirinê da kirin.
Wezîrên karên derva destnîşan kirin ku ew pîrozbahiyê li biryardariya Trump a ji bo pêkanîna aştiya herêmê dikin ku bang kir, Îsraîl bordûmana xwe demildest rawestîne û peymana pevguhertinê bide destpêkirin.
Wezîran diyar kirin ku ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye ku Hemasê ragihand ku ew amade ye rêveberiya Xezeyê dewrî Komîteya Îdarî ya Filistînê ya ji teknokratên serbixwe pêk tê bike. Wezîran her wiha bal kişand ku gelek giring e, mizakere bên destpêkirin da ku hemû unsûrên plana navborî bên gotûbêjkirin û rêkeftin bê pêkanîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.