Tirkiye

Ji Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun der barê hevdîtina Erdogan-Bîn Zayîd da daxuyanî

Mümin Altaş  | 25.11.2021 - Rojanekırın : 26.11.2021
Ji Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun der barê hevdîtina Erdogan-Bîn Zayîd da daxuyanî

Ankara

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun got: "Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb di xurtkirina têkiliyên aboriyê yên dualî û berjewendiyên ji ber hevkariya mijarên herêmî çêdibin da bi biryar in ku ji van feydeyê bibînin."

Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrzayê Welîehd yê Abû Dabiyê Mihemed Bîn Zayîd Al Nahyan da peyamek weşand.

Altun anî ziman ev ziyaret ji hêla aştî û îstiqrara herêmê girîng e û bi peymanên di qada aborî, vejen û hawîrdorê da hatine îmzekirin va hevkariya herdu welatan wê zêde bibe.

Altun wiha got: "Tirkiye ji bo aştî û îstiqrarê wê li herêmê her tim bibe hêzeke xurt. Ji bilî peymanên di navbera şirketên taybet, peymanên me yên veberhênanê yên di navbera borsa û bendergehan da jî wê têkiliyên me xurt bike. Li salên bê xurtkirina têkiliyên me yên aboriyê wê bibe armanca me ya sereke. Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb di xurtkirina têkiliyên aboriyê yên dualî û berjewendiyên ji ber hevkariya mijarên herêmî çêdibin da bi biryar in ku ji van feydeyê bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.