Tirkiye

Ji Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaş daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Komên Kordînasyona Wefayê

Ji Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaş daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Komên Kordînasyona Wefayê: "Niha personelê me li qadê beşdariya Komên Kordînasyona Wefayê dikin û di xizmeta însanên me da berdewam in"

Önder Beyter  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 09.04.2020
Ji Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaş daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Komên Kordînasyona Wefayê

Ankara

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş ragihand ku personelê Karûbarên Diyanetê li qadê beşdariya Komên Kordînasyona Wefayê dikin û di xizmeta însanan da berdewam in.

Erbaş di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got:

"Wekî Serokatiya Karûbarên Diyanetê, wekî her carê di pêvajoya Kovîd-19ê da jî em ligel Komên Kordînasyona Wefayê li cem welatiyên me ne. Çawa ku di hundirê mizgeftê da peywirê me hene, herwiha li dervayî mizgeftê jî peywirê me hene. Niha personelê me li qadê beşdariya Komên Kordînasyona Wefayê dikin û di xizmeta însanên me da berdewam in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.