Tirkiye

Ji Serokomar Erdogan talîmata şandina her yek 10 milyon lîre bo Elezîz û Meletiyê

Bi talîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Îdareya Taybet a Wîlayeta Elezîzê û Serokatiya Kordînasyon û Şopandina Veberhênanê ya Walîtiya Meletiyê her yek 10 milyon lîre hat şandin.

Ahmet Aydın  | 27.01.2020 - Rojanekırın : 28.01.2020
Ji Serokomar Erdogan talîmata şandina her yek 10 milyon lîre bo Elezîz û Meletiyê

Ankara

Hat ragihandin ku tediyeya ku ji bo erdhejzedeyên Sivrîceya Elezîzê hat şandin gihişt 44 milyon lîreyî.

Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) sitend, bi talîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Îdareya Taybet a Wîlayeta Elezîzê û Serokatiya Kordînasyon û Şopandina Veberhênanê ya Walîtiya Meletiyê her yek 10 milyon lîreyê din hat şandin.

Bi vê re tediyeya ku ji bo erdhejzedeyên Sivrîceya Elezîzê hat şandin gihişt 44 milyon lîreyî.

 AFAD: 30 hezar ton komir wê li erdhejzedeyên Elezîz û Meletiyê were belakirin

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ya Wezareta Karên Navxweyî ragihand, 30 hezar ton komira ku Dezgeha Komirê ya Tirkiyeyê ji Soma û Tunçbîlekê derxist, wê bi kordînasyona AFADê li erdhejzedeyên Elezîz û Meletiyê were belakirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya AFADê, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez ji Cezayîrê telîmat da ku li herêma erdhejê alîkariya komirê were kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "30 hezar ton komira ku Dezgeha Komirê ya Tirkiyeyê ji Soma û Tunçbîlekê derxist, bi kordînasyona Serokatiya AFADa Wezareta Karên Navnxweyî û bi wasiteya rêbej û Midûriya Giştî ya TCDDyê tê şandin ku li erdhejzedeyên Elezîz û Meletiyê were belakirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın