İbrahim Atmaca
03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 05 Hezîran 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Eyda Remezanê ya welatiyan pîroz kir û wiha got: "Her çend Tirkiye rastî êrîşên terorê were, hatibe dorpêçkirin û defik li ber hatibin danîn jî, bi demokrasî û aboriya xwe va li ser lingê xwe ye û ji bo gelê xwe û hemû dost û mirovahiyê hêvî ye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Eyda Remezanê peyamek weşand. Erdogan eyda welatiyan pîroz kir.
Erdogan ji Xwedê ra şikir kir ku em gihîştin eydeke din a ku kesên ji hev xeyîdî ne li hev tên, kesên ji hev dûr tên bal hev û wiha dewam kir: "Lê em dizanin ku li çarheqalê dinyayê di rojên vê eyda bimbarek da jî birayên me hene ku di bin zilmê da ne û herwiha di nava xizanî û hejariyê da dijîn. Ev yek dilê me diêşîne û me xemgîn dike. Digel hemû welatiyên me, em dixwazin eyda hemû misilman û mirovahiyê jî li gor meneya eydê ya rastîn derbas bibe"
Erdogan destnîşan kir ku her çend Tirkiye rastî êrîşên terorê were, hatibe dorpêçkirin û defik li ber hatibin danîn jî, bi demokrasî û aboriya xwe va li ser lingê xwe ye û ji bo gelê xwe û hemû dost û mirovahiyê hêvî ye û wiha dewam kir:
"Dinya ketiye pêvajoyeke mezin a veguhertinê ku dê teşeyê bide qirnê li pêşiya me. Şansê herî mezin ê welatê me ew e ku ne wekî bêhêziya salên 1990î, lêbelê bi awayekî bihêz pêşwaziyê li vê serdema krîtîk dike. Di 17 salên derbasbûyî da bi veberhênan, proje û xizmetên ku me kirin va Tirkiye îro roj li ciyekî wisa ye ku dikare keysa xwe lê bîne û vê pêvajoyê bike firsend. Armanca senaryoyên karesatê ku li ser welatê me li ser zar û ziman digere, xirabkirina moralê û qelskirina gelê me ye.
Ji pîşesazan bigre heta cotkaran, ji esnafan bigre heta îxracatkaran, ji bazirganan bigre heta zinaetkaran ez bangî hemû teşebiskarên me dikim; werin em Tirkiyeyê bi hev ra mezin bikin. Werin em hemû sermayeya xwe ya beşerî û îqtisadî, hebanên xwe, derfetên xwe ji bo paşeroja Tirkiyeyê demildest têxin dewrê. Roj ew roj e ku hûn seba welatê xwe û miletê xwe têkevin nav liv û tevgerê. Wek dewlet û hikûmet em ê bi hemû derfetên xwe va li cem we bin, bira bira şik û gumana we çênebe."