Tirkiye

Ji Serokomar Erdogan peyama Eyda Qurbanê

İrem Demir  | 05.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Ji Serokomar Erdogan peyama Eyda Qurbanê

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan: "(Mizakereyên Rûsya-Ukraynayê) Civîna ku di 2yê Hezîranê da li Stenbolê çêbû ji bo ku şerê xwînî yê ku kete sala 4emîn bê dawîkirin, bû gaveke dîrokî."

Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi minasebeta Eyda Qurbanê vîdeo peyamek weşand.

Serokomar Erdogan got, "Bi piştgiriya hemû welatên bira ên li herêmê, em wisa bawer dikin ku Sûriye wê bigîhêje aramiyê û rojên xwe yên berê yên rewnaq."

Serokomar Erdogan derbarê 'Tirkiyeya Bêteror' da wiha got,"Emê bi diayên miletê xwe, bi piştevaniya saziya siyasetê înşeallah di demekê kurt da, em hemî bi hevdu ra ji vê karesata nîvesrî, xilas bibin. Me tu carî destûrê neda tu hewldaneke ku ruhê şehîdên me aciz bike, an jî xizmên şehîd û xaziyên me biêşîne û em ê di dahatûyê da jî destûrê nedin."

Erdogan wiha dewam kir:

"Ez dixwazim xemgîniya xwe bînim ziman ku di vê dema ku em eniya xwe ya navxweyî xurt dikin da mixalefeta sereke bûye partiyeke ku bi tu kesî ra eyd pîroz nake. Wextê ku em bi asanî gihiştin menzîla Tirkiyeya Bêteror, ez wisa bawer dikim ku emê hemî bihevdu ra dahatûyekê karîgertir hembêz bikin."

Erdogan bal kişand ser nijadkujiya Filistînê û got, "Ji bo ku nijadkujiya li Filistînê raweste û şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bi aştiyeke adil va bi dawî bibe, çi ji destê me tê em dikin."

Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe da got: "Ez eyda hemî welatiyên xwe, hemî birayên xwe yên ku li coxrafyayên cuda cuda û li coxrafyaya dilê me da ne yek bi yek pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın