Tirkiye

Ji Şanliurfayê 5 TIR alîkariya însanî ji Xezeyê ra hat şandin

Eşber Ayaydın  | 10.12.2025 - Rojanekırın : 10.12.2025
Ji Şanliurfayê 5 TIR alîkariya însanî ji Xezeyê ra hat şandin

Şanlıurfa

 Ji Şanliurfayê 5 TIR alavên alîkariya mirovî ji bo hewcedarên li Xezeyê hatin şandin.

5 TIR alavên xidayê yên bi pêşengiya Şaxa Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însanî (ÎHH) ya Şanliurfayê û bi piştgiriya xêrxwazan hatin komkirin, bi merasima li Navenda Fuarê va ber bi Xezeyê hatin birêkirin.

Behçet Atilayê Serokê Saxa ÎHHyê ya Şanliurfayê di merasimê da axivî û diyar kir ku di TIRan da xida û betanî hene. Atila her wiha spasiya hemû xêrxwazan kir.

Atila bal kişand ku pêdiviya Xezeyê bi alîkariya bilez heye û ji bajêr di 25 rojên borî da 17 TIR ber bi Xezeyê bi rê ketin.

Piştî diaya ku Mustafa Erdemê Alîkarê Miftiyê Parêzgehê kir, TIRên alîkariyê ber bi Xezeyê bi rê ketin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın