Tirkiye

Ji rêhewayên Sûriyeyê piştî 12 salan sefera ewil a bo Stenbolê

Gökhan Yılmaz  | 11.06.2025 - Rojanekırın : 12.06.2025
Ji rêhewayên Sûriyeyê piştî 12 salan sefera ewil a bo Stenbolê

Istanbul

 Balafira Rêhewayên Sûriyeyê ya ku piştî 12 salan sefera ewil a Stenbolê kir li balafirgehê bi merasimê hat pêşwazîkirin.

Piştî ku dawî ki rejima Beşa Esed hat li Sûriyeyê rêhewa ji bo firînên navneteweyî hat vekirin û Rêhewayên Sûriyeyê piştî 12 salan sefera xwe ya ewil a Stenbolê kir.

Balafira rêwiyan a Rêhewayên Sûriyeyê ya ku ji Şamê rabû êvarê li Balafirgeha Stenbolê danî.

Rayedarên ÎGAyê ku Karsazên Balafirgehê ne, birêvebirên Rêhewayên Sûriyeyê û ekîba firînê bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Dîrektorê Pêşxistina Hewageriyê yê ÎGAyê Firat Ocak, Midûrê Giştî yê Rêhewayên Sûriyeyê Semîr Orabî û rayedarên din beşdarî merasima li ber derê deriyê bi nimreya B15ê ya qata rêwiyên tên hat lidarxistin bûn.

Merasim piştî kişandina wêneyê xatireyê bi dawî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.