
BÎNGOL - ABDULLAH ÇELİK
Li Bîngolê di navbera 3 û 5ê cotmehê de sempozyûma navneteweyî ya bi navê "Ji Rabirdû ta Dahatû Elewîtî" dê bê lidarxistin.
Amadekarê vê sempozyûmê Zanîngeha Bîngolê ye. Ji Tirkiyê û dinyayê gelek akademîsyen, rûspî û nivîskar dê beşdarî sempozyûmê bibin.
Rektorê Zananîngeha Bîngolê Prof.Dr. Giyasettîn Baydaş der barê vê sempozyûmê de ji nûçegihanê AAyê re daxuyand û got: "Em ji aliyekî de perwerdeya zanîngeha xwe didomînin û ji aliyekî ve jî ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê sempozyûm, panel û konferansan li dar dixin. Li gor me divê mirov di zanîngehan de bikaribe her tiştî biaxive û li ser her tiştî bikaribe guftûgo bike. Akademîsyenên me yên elewî vê sempozyûma elewîtiyê bi rê ve dibin. Heke pirsgirêkên vê mijarê hebin lazim e ku di qada zanistî de li serê bê sekinandin û rêyên çareseriyê jî li van deran bê dîtin. Mijarên ku zanîngeha me digire dest û li serê disekine hêj gelek zanîngeh bi pêşdarazê li wan mijaran dinêrin."
Baydaş li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û diyar kir ku di demeke kurt de mimkun nîne ev pirsgirek bê çareserkirin. Welatî ji vê pêvajoyê dilxweş in û hêviyên wan jî gelek zêde ne. Çareserkirina pirsgirêkan ne hêsan e. Ji ber vê jî piçek sebir lazim e.
Baydaş bûyerên li Misir û Sûriyê jî nirxand û destnîşan kir ku alema îslamê aştiyê dixwaze.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.