Tirkiye

Ji meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya barana zêde hat dayîn

Fırat Taşdemir  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Ji meteorolojiyê ji bo 6 bajaran hişyariya barana zêde hat dayîn

Ankara

 Ji bo Antalya, Mugla, Îzmir, Aydin, Isparta û Burdurê hişyariya barana zêde hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku barana ku sibê wê bandorê li deverên başûrê rojavayê welêt bike, îro ji serê sibê pê va li tevahiya Antalya û Muglayê, li peravên Îzmir û Aydinê û her weha li navçeyên başûr ên Ispartayê û navçeyên rojhilatê ên Burdurê pir zêde bibare. Tê payîn ku li peravên Muglayê jî baran dem demî wê pir zêde bike.

Li hemberî lehî, birûsk, zîpik, bablîsok, bayê xurt û astengiya ku di hatin û çûyînê da çêbibe, hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın