Tirkiye

Ji McKenzieyê Fermandarê CENTCOMê daxuyaniya li ser Tirkiyeyê

Kasım İleri  | 28.04.2021 - Rojanekırın : 28.04.2021
Ji McKenzieyê Fermandarê CENTCOMê daxuyaniya li ser Tirkiyeyê

Washington DC

 Orgeneral Kenneth McKenzieyê Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku hevdîtina plan dikin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê di Lûtkeya NATOyê da bikin ew ê ji bo têkiliyên herdu welatan erênî bibe.

McKenzie li American Enterprise Instituteya (AEI) saziya fikr û ramanan geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand.

McKenzie li ser pirseke dibêje gelo qabiliyeta eskerî ya Tirkiyeyê li Sûriye û Lîbyayê bi destê xist ew ê li ser dînamîkên herêmî yên Amerîkayê tesîrekê bike yan na wiha got: "Tirkiye demeke dirêj e hevkarê me yê NATOyê yê biqîmet e. Bi Tirkiyeyê ra têkiliyên me yên li gor Xala 5an (Peymana NATOyê) hatine avakirin hene."

McKenzie got Tirkiye di mijara Iraq û Sûriyeyê da ji bo ewlehiya gel di nav fikaran da ye û em vê fehm dikin û wiha pê da çû: "Ya em dixwazin bi Tirkiyeyê ra bikin ew e ku qadên mitebeqatê zêde bikin. Her çiqasî hin caran em li hev nekin jî em dikarin dostiya xwe bidomînin. Bi Tirkiyeyê ra mijarên ku em li ser li hev nakin hene lêbelê ya rind ew e ku herdu serokê li NATOyê werin ba hev. Dibe ku meha pêşiya me be. Li gor me ev ê gelekî erênî be."

Xala 5an a NATOyê dibêje ku deme êrîşî welatî bikin evê wekî êrîşa dijî xwe qebûl bikin.

Serokomar Erdogan û Bîden di 23yê nîsanê da axivîbûn û mitabiq mabûn ku di Lûtkeya Serokên NATOyê da hevdîtinê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın