Tirkiye

Ji hunermendan ji bo şehîdên me yên Îdlibê peyama serxweşiyê

Piştî ku 33 eskerên me yên li Îdlibê wezife dikirin bi destê endamên rejimê hatin şehîdkirin gelek hunermend û sitranbêjan peyama serxweşiyê weşand

Haydar Şahin  | 28.02.2020 - Rojanekırın : 02.03.2020
Ji hunermendan ji bo şehîdên me yên Îdlibê peyama serxweşiyê

Ankara

Piştî ku 33 eskerên me yên li Îdlibê wezife dikirin bi destê endamên rejimê hatin şehîdkirin gelek hunermend û sitranbêjan peyama serxweşiyê weşand.

Hulya Koçyîgîta hunermend diyar kir ku gelekî li ber xwe ket û wiha pê da çû: "Xebera me di şeva pîroz da hida, 33 eskerên me hatin şehîdkirin, cîgera me dax bû. Xwedê Artêşa Tirkiyeyê mihefeze bike û quwetê bide. Bi rastî cîgera min dişewite. Rihma Xwedê li şehîdan be, Xwedê şifayê bide birîndaran û sebrê bide miletê me."

Turkan Şoraya hunermend jî got gelekî li ber xwe ket û wiha axivî: "Cîgera me dax bû. Me 33 ewladên xwe dan der. Xwedê sebrê bide malbatên wan. Di nav ronahiyê da bin. Înşaellah ev ê bibe êşa dawîn."

Fatma Gîrîka hunermend jî wiha got:

"Me îro çavên xwe bi rojeke reş vekirin. 33 ewladên me şehîd ketin. Xwezila dayîkên wan hembêz bikim û qasi serê derziyê be jî êşa wan kêm bikim lêbelê tu tiştek jana me kêm nake. Daxwaza min ew e ku di demeke kin da aşît û hizûr were. Serê me sax be."

Selda Alkora hunermend jî wiha pê da çû: "Ez gelekî xemgîn im. Wekî hemû Tirkiyeyê dilê min dişewite. Ji bo malbatên şehîdên me û hemû Tirkiyeyê sebrê dixwazim. ji bo birîndarên me jî şifayê dixwazim."

Hale Soygaziya hunermend wiha axivî: "agirê kete ocaxan em jî şewitandin. Serê me sax be. Daxwaza min ew e ku herêma me di demeke nêz da bigihîje çareseriyeke aştiyane û mayînde."

Tarkan: Diayên min bi Mehmetçikan ra ye

Tarkanê sitranbêj li ser Twitterê peyam weşand û got, "Serê me sax be. Rihma Xwedê li şehîdên me yên li Îdlibê be, Xwedê şifayê bide birîndaran. Diayên min bi Mehmetçikan ra ye."

"Tu meneyeke gotinên me tune"

Şahan Gokbakarê lîstikvan got, "Gelekî xemgîn im. Xortên ciwan can dan. Rihma Xwedê li şehîdên me be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın