Tirkiye

Ji hundirê flaş belleka qaşo berpirsyarê Diyarbekirê yê DEAŞê dîmenên çalakiyên terorê derketin

Ji hundirê flaşh belleka qaşo berpirsyarê Diyarbekirê yê DEAŞê Nîhat Turan dîmenên çalakiyên terorê, wêne û dîmenên propagandaya rêxistinê dikin, derketin.

Türkan Tosun  | 16.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Ji hundirê flaş belleka qaşo berpirsyarê Diyarbekirê yê DEAŞê dîmenên çalakiyên terorê derketin

Diyarbakir

Ji hundirê flaşh belleka qaşo berpirsyarê Diyarbekirê yê DEAŞê Nîhat Turan dîmenên çalakiyên terorê, wêne û dîmenên propagandaya rêxistinê dikin, derketin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr hefta çûyî li navçeya Kayapinarê operasyon kirin û Nîhat Turan hat girtin û ji ser wî flashek derket.

Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîber li ser vê flaş bellekê lêkolîn kir û hat tespîtkirin tê da dîmenên çalakiyên terorê, yên perwerdeya biçek a ku didin endamên rêxistinê, wêne û dîmenên propagandaya rêxistinê dikin, derketin.

Di vîdeoya bi navê "Nînova"yê da êrîşên bibombe çawa tên kirin û êrîşeke bibombe ya ku li cihekî hê nehatiye diyarkirin bi dronê va tê kirin xuya dikin.

Di vîdeoyeke din a bi navê "Wacibeke bi sedsalan e hatiye terkkirin" da jî serokê DEAŞê yê berê Ebubekir El Bexdadiyê ku Amerîkayê kuştibû di mizgeftekê da weazekî dide û terorîstên DEAŞî piştî çalakiyên terorê qaşo bi alayên xwe va pîrozbahiyan dikin.

Ji bilî vê sirûdên rêxistina terorê jî di flaş bellekê da heye.

Hat ragihandin Turan di îfadeya xwe da wiha got: "Rast e, min ev vîdeo bar kirin û temaşe kir. Armanca temaşekirina min a van vîdeoyan ew e ku li gor min 4 rêxistinên cuda yên rêxistina terorê xwînê li Sûriyeyê dirêjin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın