ANKARA
Hevdîtinên navbera hikûmetê û sendîkayên karmendan ên der barê peymana bitevahî de didomin. Hevdîtin, nêzî 2,6 milyon karmendan û milyonek û 900 hezar karmendên teqawît eleqedar dike.
Di hevdîtinan de Serokatiya Heyeta Karsaz a Kamûyê Wezîrê Xebatê û Ewlehiyê Faruk Çelîk, Serokatiya Heyeta Sendîkayên Kamûyê jî serokê Giştî yê Memur-Senê Ahmet Gundogdu kir.
Hikûmetê, ji bo salên 2014 û 2015an, him ji bo 6 mehên pêşî him jî ji bo 6 mehên paşî ji sedî 3 zam yan jî ji bo 2014an 100 lîra zem, ji bo 2015an jî ji bo mehên kanûna paşî û tîrmehê ji sedî 3 zem pêşniyaz kir.
Gundogdu, ji rojnamevanan re daxuyand ku pêşniyaza xwe ya 2 roj berê ku ji bo 2014an ji sedî 6+6 zem xwestibûn, danîne kêlekê û pêşniyazeke nû kirine ku 250 lîra zem were dayîn.
Gundogdu, got ku hikûmetê 100 lîra zem pêşniyaz kiriye û dê vê yekê qebûl nekin û divê mexdûrbûna xebatkarên 4/Cê were rastkirin.
Gundogdu, wiha dewam kir: "Xebatkarên 4/Cê ne karker in ne jî karmend. Em dixwazin ku ji 23 hezar xebatkarên 4/Cê re kadro were dayîn. Xebatkarên 4/Cyê ji alîkariya ji bo malbatê û zarokan sûdê wernagirin. Heta ku derbasî kadroyê bibin em dixwazin ku ji wan re 400 zam û alîkariya ji bo malbatê û zarokan were dayîn."