Haydar Şahin
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 30 Tebax 2019
Platforma lêgerîna petrolê ya bi alaya Giravên Bahamayê ya dirêjahiya wê 115 mêtre, bilindahiya 84 mêtreyî ji Geliyê Stenbolê ra derbas bû.
"Scarabeo 9"a platforma lêgerîna petrolê ya 36 hezar û 863 grostonî ji Yalovayê derket rê ku here Behra Reş û di saet 06.30yî da gihîşte Geliyê Stenbolê.

Ji bo ewlehiya gelî dema platform derbas dibû tevdîrên asta bilind ên ewlehiya hatin hildan romorkorên bi navî K-5, K-7, K-11, K-12ê, bota KIYEM 4, Nenehatun û 5 kaptanên rêber hevalrêtiya platformê kirin.
Ji bo ku platform bi rihetî ji binê pêreyan ra derbas bibe eyerên wê hatin kirin û bilindahiya wê daxistin 58 mêtreyî.
Derbasbûna platforma qerase hetanî saet 15.00an dewam kir. Piştî derbasbûna platformê trafîka gelî dîsa dest pê kir.