İbrahim Atmaca
03 Mijdar 2019•Rojanekirin: 04 Mijdar 2019
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, wan di xizmeta milet da 17 sal li paş xwe hiştin, îro jî ew ê bi heman kelecan û baweriyê ber bi hedefên xwe yên 2023, 2053 û 2071ê va meşa xwe bidomînin.
Erdogan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Di rêya ku me got 'Her tişt ji bo Tirkiyeyê ye' da, me di xizmeta milet da 17 sal li paş xwe hiştin. Îro jî em ê bi heman kelecan û baweriyê va ber bi hedefên xwe yên 2023, 2053 û 2071ê va meşa xwe bidomînin. Em hêvî dikin ku salên dûr û dirêj vê xizmetê bikin û serkeftinan bi dest bixin! AK Partî."