Ji bo zarokên Filistînî yên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin balon şandin esman

Mardin
Li Mêrdînê zarokan ji bo hevçaxên xwe yên Filistînî yên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin balon şandin esman.
Ji hêla Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê bi pêşengiya Dibistana Seretayî ya Çaltekinê li Parqa Demokrasî û Şehîdên 15ê Tîrmehê çalakî hat lidarxistin û Alîkarê Walî Hasan Kurt, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Artukluyê Mehmet Emin Duyan, xwendekar û mamosteyên dibistanên li navçeya navendê Artukluyê û welatiyan beşdarî kirin.
Di çalakiyê da xwendekaran pankarta "Zarokên piçûk ên Xezeyî bira di hemêza dayikên xwe da mezin bibin" û "Bira li Xezeyê zarok neyên kuştin" vekirin û helbest xwendin.
Piştî axaftinan zarokan balonên di dest xwe da yên reş, spî, sor û kesk şandin esman.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.