
Mardin
Ferîde Uzuma li Artukluya navçeya Mêrdînê dijî ji bo Elîf Uzuma xwîşka xwe ya ku astengdar e daxwaza sandalyeya biteker dike.
Uzumê ji rojnamevanan ra daxuyand xwîşka wê piştî ku hatiye dinyayê hefteyek şûn da hem ji hêla beden û hem jî ji hêla hiş va bûye astengdar.
Uzunê anî ziman ku hemû malbat ji bo xwîşka wê ya 31 salî hewl dide û baş xwedî dike, lê ji ber ku sandalyeya wê ya biteker tune ew nikarin wê derxin derva û wiha axivî: "Ne dikare biaxive, ne jî bimeşe. Ji bo xwe bide fêmkirin gelekî zehmetiyê dikşîne. Heke em sandalyeyekê jê ra bibînin em ê bikaribin wê li derva bigerînin."