Ji bo Wezareta Edaletê Akin Gurlek, ji bo Wezareta Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî hat tayînkirin
Ankara
Bi biryara Serokomar a ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin va ji bo Wezareta Karên Navxweyî Waliyê Erziromê Mustafa Çîftçî, ji bo Wezareta Edaletê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek hat tayînkirin.
Biryara tayînkirinê bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryarê şûna Yilmaz Tunçê ku ji wezîfeyê efûya xwe xwest û daxwaza efûya wî hat qebûlkirin, Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek seba Wezareta Edaletê hat tayînkirin, şûna Alî Yerlîkaya jî Waliyê Erziromê Mustafa Çîftçî seba Wezareta Karên Navxweyî hat tayînkirin.
Tayînkirin li gor xalên 104emîn û 106emîn ên Qanûna Bingehîn hatin kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
