Ji bo vegerandina 14 welatiyên Tirkiyeyê yên ku Îsraîlê di Fîloya Sumûdê ya Kurewî da desteser kirin, xebat dewam dikin

Ankara
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî ragihand, ji bo vegerandina welêt a 14 welatiyên Tirkiyeyê ku Îsraîlê di Fîloya Sumûdê ya Kurewî da desteser kirin, xebat dewam dikin.
Keçelî li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye, daxuyanî da û wiha got, "Piştî ku hêzên Îsraîlê dest danîn ser Fîloya Sumûdê ya Kurewî, welatiyên me yên rêwiyê fîloyê desteser kirin. Ji welatiyên me 36 kes di 4ê Cotmehê da bi sefera taybet a balafirê va silametî vegeriyabûn. Ji bo 14 welatiyên me yên ku hê li Îsraîlê girtî ne, sibê ji ser Urdunê ra werin welêt, xebatên me dewam dikin."
Berdevk Keçelî destnîşan kir, der barê pêvajoyê da hurgulî wê îro zelal bibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.