Elif Orhan
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
GAZÎANTEP
Parlementerê Gazîentabê yê HDPyê Mahmut Togrul di doza ku bi îdiaya propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye tê darizandin de 2 sal û 6 meh cezaya hepsê xwar.
Bersûcê negirtî Mahmut Togrul beşdarî rûniştina li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn nebû lê parêzerên wî amade bûn.
Parêzerên Togrul îdia kirin ku di axaftinên bersûc de hêmana sûcê tune û daxuyaniyên wî di çarçoveya azadiya gotinê de ne.
Dozgerê komarê di mitalaya xwe ya der barê esasê de diyar kir ku di sibata 2016an de li Gazîentabê sirûda qaşo ya PKK/KCKya rêxistina terorê gotiyei di axaftina ji bo 250 kesî û gotinên wî yên heman adarê yên li Pazarcika navçeya Kahramanmaraşê di çalakiya newrozê de gotin propagandaya rêxistina terorê ne û xwest ku bê cezakirin.
Heyeta mehkemeyê biryar da ku gotinên bersûc ên di çalakiya li Kahramanmaraşê de sûcê "propagandaya rêxistina terorê" nîne lê belê di çalakiya xwe ya li Gazîentabê de sûcê ku dixin sitûyê wî kiriye û biryar da ku bersûc bê 2 sal û 6 meh cezaya hepsê bê cezakirin.