Tirkiye

Ji bo temirandina agirên bi daristanan ketiye ji hewa û bejayê ra mudaxele tên kirin

Ekip  | 30.07.2021 - Rojanekırın : 31.07.2021
Ji bo temirandina agirên bi daristanan ketiye ji hewa û bejayê ra mudaxele tên kirin

Ankara

 Li Antalya, Mugla, Edene û Mêrsînê ji hewa û bejayê ra bo temirandina agirên ku bi daristanan ketiye mudaxale tên kirin.

Wesayîtên hewayî ber bi êvarê piştî ku tarî ket erdê xebatên xwe dabûn sekinandin û bi roj avêtinê va ji nû va dest bi kar kirin. Welatiyan jî bi derfetên xwe ji bo temirandina agir hewl dan û xebitîn.

Ekîbên agirkujiyê yên ji deverên curbecur ên Tirkiyeyê hatin bo temirandina agir seranserê şevê xebitîn.

Ji bo temirandinê 3 balafir, 38 helîkoptêr, 472 arazoz û nêzî 4 hezar jî personel dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın