Ji bo temirandina agirê ku li tevahiya welêt bi çendîn daristanan ketiye, xebat dewam dikin

Bursa
Ji bo temirandina agirê ku bi daristana navbera Gursu û Kestela navçeyên Bursayê, daristana Sîvasliya navçeya Uşakê, Onîkîşubata navçeya Kahramanmaraşê û Safranboluya navçeya Karabukê ketiye, ji hewa û bejayê va xebat dewam dikin.
Duh ber bi êvarê li Taxa Îpekyoluyê ya li ser navçeya Gursuyê agir bi daristana navbera Avahiyên TOKIyê yên Gursuyê û Taxa Aglaşanê ya li ser navçeya Kestelê ket û ji bo temirandina agir xebat bê navber dewam dikin.
Bi bagerê ra agir gur bû û welatiyan jî piştgirî da xebatên temirandinê.
Ji ber ku agir ber bi navçeya Gursuyê va çû, Taxa Karahidirê ya gundewar wekî tevdîr hat valakirin. Paşê ji ber ku alav nêzîk bûnê, Taxa Îgdîrê jî hat valakirin.
Piştî ku agir gurtir bû, Taxa Avdancikê ya li ser navçeya Osmangaziyê jî hat valakirin.
Bişev heta sibê 1777 personelan bi 688 wesayîtan va midaxeleyî şewatê kir kir, bi şeveqa sibehê ra ji hewa va jî midaxeleyê dest pê kir.
Serê sibehê 3 firoke û 3 balafirên Midûriya Giştî ya Daristanê jî ji hewa va midaxele dikin.
- Karabuk
Li Safranboluya navçeya Karabukê midaxeleya şewata daristanê di roja 5emîn da dewam dike.
Ji bo temirandina agirê ku bi daristana texma Mezarlikê ya gundê Çavuşlarê ket, xebata ekîban dewam dike.
Di roja 5emîn da 14 firoke, balafirek, 122 arazoz, 39 wesayîtên midaxeleya acil, 20 wesayîtên îkmala avê, 17 dozer, 7 greyder, 30 ekskavator, 13 wesayîtên îtfaiyeyê, 20 tanker, 3 kepçe, 7 ambulans, 27 wesayîtên lêgerîn û xelaskirinê, 20 TOMA û 2 wesayîtên îkramê û 1225 personel li qadê dixebitin.
- Uşak
Li Sîvasliya navçeya Uşakê agir bi darên mêşe ket û pekiya daristanê. Di roja duyemîn a şewatê da ji hewa û bejayê va midaxeleyî agir tê kirin.
614 personel, 36 arazoz, 20 tankerên avê, 20 makîneyên kar û wesayîtên esmanî beşdarî xebatên temirandina agir dibin.
Li gundên Ketenlîk û Erîciyê 5 xanî, 4 tewle şewitîn, 769 kes hatin texliyekirin û 318 xanî hatin valakirin. Li van gundan 25 heywan hatin xelaskirin, 17 heywan jî mirar bûn.
- Mêrsîn
Li Sîlîfkeya navçeya Mêrsînê duh agir bi daristanê ket û midaxeleya wê dewam dike.
- Kahramanmaraş
Li Onîkîşubata navçeya Kahramanmaraşê duh agir bi daristanê ket û ji hewa û bejayê va midaxele dewam dike.
6 firoke, 17 îtfaiye, 38 arazoz, 7 wesayîtên midaxeleya ewil, 10 tankên avê, 15 makîneyên kar û 342 personel midaxeleyî şewatê dikin.