Tirkiye

Ji bo Sirrî Sureyya Onder li memleketê wî Adiyamanê qebûla taziyeyê destpê kir

Orhan Pehlül, Ali Gazel  | 09.05.2025 - Rojanekırın : 10.05.2025
Ji bo Sirrî Sureyya Onder li memleketê wî Adiyamanê qebûla taziyeyê destpê kir

Adıyaman

 Ji bo Wekîlserokê TBMMê û Parlementerê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirrî Sureyya Onderê ku ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da li memleketê wî Adiyamanê qebûla taziyeyê destpê kir.

Xizmên Onder li Mala Ezayê ya Merînosê ya li Taxa Karapinarê serdanên sersaxiyê qebûl kirin.

Zelîha Ondera dayika Onder hat mala ezayê û li ber wêneyê kurê xwe yê ku li wêderê hatibû danîn li ser kurê xwe lorand û giriya.

Di serdanê da Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Parlementera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan, Parlementerên DEM Partiyê yên Şanliurfayê Dîlan Kunt Ayhan û Ferît Şenyaşar digel endamên teşkîlata Adiyamanê ya partiyê û xizmên Onder amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın