Ji bo Serokê Mezin Ataturk li Anitkabîrê merasima dewletê hat lidarxistin
Ankara
Avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di salvegera 87emîn ya mirina xwe da li Anitkabîrê bi merasima dewletê hat bibîranîn.
Merasima li Anitkabîrê di saet 08.45an da bi meşa li ser Rêya Şêrî dest pê kir.
Di meşa ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çêbû da, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, endamên Kabîneya Serokomariyê, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Dervîş Musavatoglu, serokên darazê, fermandarên Artêşa Tirkiyeyê, nûnerên partiyên siyasî, burokrat û rayedarên din jî cî girtin.
Serokomar Erdogan çelenga ku bi qerenfîlên sor û spî va hatiye çêkirin danî ser mozoleya Ataturk.
Di saet 09.05 a ku Ataturk 87 sal berê wefat kiriye da li ser piyan rêz hat girtin û dû ra Marşa Îstiqlalê hat xwendin.
Di kêliya rêzgirtinê da alaya Tirkiyeyê heta nîvî hat daxistin.
Erdogan û rayedarên dewletê yên ku beşdarî protokolê bûn paşê çûn Kuleya Mîsaki Mîllî.
Serokomar Erdogan li ser Deftera Taybet ya Anitkabîrê wiha nivîsî: “Ataturkê Ezîz, em di 87emîn salvegera wefata te da cenabê te, hevalên te yên çekdar ên ku we bi hev ra Şerê me yê Îstiqlalê kir û şehîdên me yên qehreman ên ku bi sedsalan e welatê me bi xwîna xwe av dane, bi rehmetê bi bîr tînin. Em bi dilgermî Komara Tirkiyeyê ya ku hûn jê re dibêjin berhema min a herî mezin e, xwedî derdikevin û her bihûsteke welatê xwe bi berhemên nû va dixemilînin. Em ji bo Tirkiyeyeke li nav welêt biaram û îstiqrar û li derva jî muteber û serkeftî, şev û roj dixebitin. Bi rêberiya kadroyên emîn û pispor, Tirkiye bi gavên xwebawer va di rêya ku bibe hêzeke cîhanî da dimeşe. Bila ruhê te şad be."
