Tirkiye

Ji bo Serokatiya Dadgha Destûrê Kadir Ozkaya hat hilbijartin

İsmet Karakaş  | 21.03.2024 - Rojanekırın : 22.03.2024
Ji bo Serokatiya Dadgha Destûrê Kadir Ozkaya hat hilbijartin

Ankara

 Di hilbijartina Serokatiya Dadgeha Destûrê da Kadir Ozkayayê 9 deng wergirtin, bû serokê nû yê Dadgeha Bilind.

Maweya peywirê ya Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan di 20ê Nîsanê da bi dawî dibe û lewma îro li Dadgeha Bilind hilbijartina serokatiyê hat kirin.

Ozkaya ji 15 endamên Dadgeha Destûrê ku serok jî di nav da ye, jê dengê 9 endaman wergirt û bû serokê nû yê Dadgeha Bilind.

Namzedê din ê serokatiyê Yusuf Şevki Hakyemez jî 6 deng wergirtin.

- Kurtejiyana Ozkaya

Kadir Ozkaya di 1963yan da li Tarsusê ji dayik bû. Ozkaya di 1985an da ji Beşa Rêveberiya Qamûyê ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Xaziyê mezûn bû, di 1991ê da staja dadgeriya daraza îdarî kuta kir û di 1993yan da jî wekî dadgerê tedqîqê yê Dadgeha Bilind dest bi peywirê kir.

Ozkayayê di 2011an da wekî endamê Dadgeha Bilind hat hilbijartin, di 2014an da ji bo endametiya Dadgeha Destûrê hat hilbijartin û her wiha di 12ê Adara 2020î da jî ji bo peywira Wekîlê Serokê Dadgeha Destûrê hat neqandin.

Ozkaya ji ber ku maweya peywira wî bi dawî dibe, dê ji bo 2 salan peywira serokatiyê bidomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın