Ji bo şandeya eskerî ya Libyayê ya ku di qezaya balafirê da mirin li Enqereyê merasim hat lidarxistin
Ankara
Piştî merasimeke li Enqereyê, cenazeyên kesên ku di qezaya balafirê ya ku Sererkanê Libyayê General Mihemed Elî El-Hedad û şandeya eskerî ya pê ra tê da bûn, jiyana xwe ji dest dan, ji bo welatê wan hatin şandin.
Balafireke taybet ya ku şandeyeke eskerî ya Libyayê tê da bû di 23yê Kanûnê da li Enqereyê ket xwarê û di encamê da şandeya eskerî ya ji pênc kesan pêk dihat û ekîba sê kesan ya di nava balafirê da jiyana xwe ji dest da.
Li Fermandariya Baregeha Hewayî ya Murtedê ya li Enqereyê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane merasimek hat lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
