Ji bo sê parêzgehên şewata daristanan tesîr lê kir 10 milyon lire piştgirî

Ankara
Mahînur Ozdemîr Goktaşa Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku wan 10 milyon lire çavkanî berdest kir ku malbatên ketin ber tesîra şewatên daristanên li Bursa, Eskişehir û Karabukê ku pêdiviyên xwe yên bilez û sereke dabîn bikin.
Goktaşê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku wan ji bo Weqfên Alîkarî û Hevkariya Civakî çavkanî terxan kir ku pêdiviyên bilez û sereke yên welatiyên ji şewatan muesir bûn, bên dabînkirin.
Goktaşê bal kişand ku wan di vê çarçoveyê da ji bo Bursayê 5 milyon lire, ji bo Eskîşehirê 2 milyon lire û ji bo Karabukê jî 3 milyon lire çavkanî berdest kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.