Haydar Şahin
13 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2019
Ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, li der û dora Mûş û Hekariyê jî berfê bibare.
Bi şev û ber destê sibê cemedê çêbe, mijê bikeve û pukê rabe.
Li hêviyê nînin ku germahiya hewayê ya herêmê zêde biguhere, bayê ji aliyê rojhilat û başûrê rajhilat ra rabe.
Li navenda bajaran bi roj germahiya hewayê ew ê li Wanê 6, li Bidlîsê 1, li Hekariyê 4, li Mûşê 6 pile be.