Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê
Erzurum
Hat ragihandin li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12 an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji danê nîvro şûn da jî baranê bibare.
Hat destnîşankirin ku germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be dibe ku ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Agirî û Erdexanê 5, li Qersê 6, li Erziromê 8, li Tuncelî û Îdirê 12, li Erzincanê 13 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 20, li Îdirê 28, li Erzincanê 25, li Agiriyê 24, li Qers 22, li Erziromê 21 û li erdexanê jî 20 pile be.