Tirkiye

Ji bo rojhilata Tirkiyeyê hişyariya berf û bagerê hat dayîn

Şeyma Güven  | 30.12.2025 - Rojanekırın : 30.12.2025
Ji bo rojhilata Tirkiyeyê hişyariya berf û bagerê hat dayîn

Ankara

Ji bo herêmên rojhilata Tirkiyeyê hişyariya berf û bagerê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, sibê û roja pêncşemê li herêma Rojhilata Anadoluyê berf tê payîn, ji serê sibehê pê va li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Erzincan û Bîngolê, piştî nîvro li başûrê Erziromê, Agirî, Wan, Mûş, Bidlîs, başûrê Wanê, Şirnex û cî bi cî li Hekariyê berfeke zêde tê payîn.

Li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê serê sibehê pê va li Gazîentab, Kilîs, Adiyeman, Diyarbekir û Şanliurfayê, piştî nîvro pê va li Mêrdîn, Batman û Sêrtê berfeke zêde tê payîn.

Roja pêncşemê jî li Batman û Sêrtê barîna berfeke zêde tê texmînkirin. Her wiha li gor texmînê li bajarên din jî wê bibare, lê tesîra ketina berfê wê kêm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.