Ji bo Rojhilata Anadoluyê û Rojavayê Behra Reş hişyariya berfa zêde
Ankara
Ji bo Rojhilata Anadoluyê û Rojavayê Behra Reş hişyariya berfa zêde hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, tê payîn ku îro êvarê û sibê êvarê li tevahiya Hekariyê, rojhilata Sêrt û Şirnexê, navçeyên başûr ên Bidlîs û Wanê û bakurê Batmanê cî bi cî berfeke zêde bibare.
Her wiha li bakurê Kastamonuyê, rojhilata Bartinê û rojavayê Sînopê jî berf tê payîn.
Ji ber berfa zêde divê welatî seba qeşa û cemedê, çûyîn û hatinê, bager û şepeyê baldar û bi tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
