Ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê hişyariya barana gur û berfê
Ankara
Ji bo Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anadoluyê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, sibê li bakurê Batmanê, başûrê Bidlîsê, rojhilata Sêrt û Şirnexê û derdora Hekariyê barana gur, li deverên bilind jî şilope û berf tê payîn.
Divê welatî ji bo cemed, qeşa, bager û rabûna şepeyê baldar û bi tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
