ANKARA
Divê hilbijêrên li derveyî welêt ji bo randevûya rayavêtinê sibê heta saet 17.00an têkevin malpera "www.ysk.gov.tr"yê û randevûya xwe bistînin. Divê hilbijêr li gor saeta randevûya xwe herin û raya xwe biavêjin. Kesên ku di dema randevûya xwe de raya xwe nevêjin divê herin deriyên gumrikê û li wir rayên xwe biavêjin. Dengdayîna li deriyên gumrikê di 26ê tîrmehê de dest pê dike û heta 10ê tebaxê didome.
Li gor plana hilbijartina Serokomariyê ya Saziya Hilbijartina Payebilind (SHP) 2 milyon û 783 hezar û 660 hilbijêrên dê li derveyî welêt, li 103 nûnertiyên li 54 welatan rayên xwe bavêjin. Divê hilbijêr sibê heta saet 17.00an têkevin malpera "www.ysk.gov.tr"yê randevûya xwe bistînin.
Hilbijêrên li derveyî welêt li ser malperê dê randevûyên xwe bistînin û li gor vê herin dengên xwe bidin. Hilbijêrek xêncî xwe dikare li gor agahiyên nasmeyê randevûya 5 kesên din jî bistîne.
Ji bo guherandina roja rayavêtinê dive her kes bi serê xwe têkeve malperê û randevûya xwe biguherîne.
Hilbijêr dê li gor saet û roja randevûya xwe rayên xwe biavêjin. Kesên ku di saeta xwe de neyên, divê têkevin dorê û wisa dengê xwe bidin.
Kesên ku di roja randevûya xwe de rayên xwe nevêjin dê bi tenê li deriyên gumrikan dengên xwe bidin.
Li gor vê biryarê sandiqên dengdayînê yên li deriyên gumrikan wiha ne: Gurbulak, Turkgozu, Sarp, Kapikule, Îpsala, Hamzabeylî, Pazarkule, Esendere, Dilucu, Derekoy, Habur, Kapikoy ên deriyên gumrikên yên rêbejayê, Şakîrpaşa, Esenboga, Antalya, Eskîşehir, Elezîz, Gazîantep, Hatay, Stenbol Ataturk, Stenbol Sabîha Gokçen, Adnan Menderes, Erkîlet, Balafirgeha Leşkerî ya Konyayê, Dalaman, Bodrum-Mîlas, Samsun, Trabzon, Zonguldak ên deriyên gumrikê yên rêhewayê, Kaş, Kuşadasi, Ayvalik, Karakoy, Îzmîr, Çeşme, Derînce, Mersîn, Taşucu, Fethîye, Marmarîs, Bodrum, Samsun ên deriyên gumrikê yên keştîgehê.