Ji bo qeraxên Egeyê û aliyê rojhilatê hişyariya tavî û teyrokê

Ankara
ANKARA (AA) - Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Qeraxên Egeyê û aliyê rojhilata welêt hişyariya tavî û teyrokê da.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, sibê li Qeraxê Egeyê tavî û teyrok wê were dîtin û li Îzmir û derdora Aydinê û rojavayê Manîsayê barana gur tê payîn.
Li aliyê rojhilata welêt jî sibê tavî û teyrok tê payîn, li gor texmînê li Sêrt û derdora Şirnexê barana gur dê bibare.
Divê welatî ji bo lehî, birûskê baldar bin û di çûyîn û hatinê da bitevdîr tevbigerin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.