Tirkiye

Ji bo pêşîlêbirîna koçê ji sedî 34ê sînorê Tirkiyeyê dîwar hat çêkirin

Muhammed Nuri Erdoğan  | 26.10.2021 - Rojanekırın : 27.10.2021
Ji bo pêşîlêbirîna koçê ji sedî 34ê sînorê Tirkiyeyê dîwar hat çêkirin

Ankara

Li gor Bernameya Salane ya Serokomariyê ya 2022yan di çarçoveya projeya Sîstema Ewlehiya Fizîkî ya Sînoran hetanî îlona îsal ji sedî 34ê sînorê Tirkiyeyê dîwar hat çêkirin û dirêjahiya dîwêr gihîşt 1005 kîlomêtroyî.

Di Rojnameya Fermî da cî dan xebatên ji bo pêşîlêbirîna derbasbûna dereqanûnî û xizmetên ewlehiyê.

Li gor vê di çarçoveya projeya Sîstema Ewlehiya Fizîkî ya Sînoran a ji bo pêşîlêbirîna koçberiya bêpergal a navneteweyî di sala 2015an da ket rewacê da ji 1295 kîlomêtro sînorê başûr 837 kîlomêtro di navbera salên 2015-2021ê da dîwar hat çêkirin, ji 1182 kîmoêtro sînorê rojhilat jî 168 kîlomêtro di navbera salên 2015-2021ê da dîwar hat çêkirin.

Dîsa di çarçoveya projeyê da hetanî îlona îsal ji sedî 34ê sînorên Tirkiyeyê dîwar hat çêkirin û dîwar gihîşt 1005 kîlomêtroyî. Sînorê Tirkiyeyê yê rojhilat û başûr bi tevahî 2 hezar û 477 kîlomêtro ye, li sînorê aliyê Îranê îsal 73 kîlomêtro dîwarê were çêkirin. Xebatên çêkirina dîwêr û dirikdanîna li ser dîwêr li 238 kîlomêtro sînorê aliyê Îranê û 33 kîlomêtro sînorê li aliyê Îranê dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın