Ji bo piştgiriya Filistînê 520 hezar kes li ser Pira Galatayê civiyan
Istanbul
Di binê banê Tifaqa Însaniyê û Platforma Îradeya Neteweyî da li ser Pireya Galatayê ya li Stenbolê ji bo ku ji komkujiya li Filistînê ra bêjin "bisekine" meş wê were lidarxistin û kesên ku wê beşdarî meşê bibin, kombûna wan dest pê kir.
Bi beşdariya nêzî 400 saziyên civaka sivîl va li ser Pireya Galatayê bi duruşmeya "Em natirsin, huş nabin, Filistînê jibîr nakin" meş wê were lidarxistin. Ji bo vê meşê welatî beriya nimêja sibehê li Mizgefta Mezin a Ayasofya, Siltanehmed, Fatîh, Silêmanî û Mizgefta Nû ya Emînonuyê civiyan.
🇵🇸 Welatiyên ku dê beşdarî xwepêşandana li ser Pira Galatayê bibin da ku ji komkujiya li Filistînê re bibêjin 'raweste', li ber Mizgefta Mezin a Ayasofyayê kom bûn pic.twitter.com/AprFJVwIV0
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
Li pêşiya mizgeftan di destê welatiyan da alayên Tirkiye û Filistînê hat dîtin.
Digel sermayê gelek kes beşdarî meşê bû û li Meydana Siltanehmedê ku tevdîrên ewlehiyê hatin hildan, xwarin û vexwarina germ îkramî welatiyan kirin.
Beşdar piştî nimêja sibehê ji bo ku bi kesên protokolê ra beşdarî çalakiyê bibin, meşiyan Pireya Galatayê.
- Ji bo piştgiriya Filistînê meşa bi deh hezaran kesî a ber bi Pireya Galatayê dest pê kir
Bi deh hezaran kesên ku nimêja sibehê li mizgeftan kirin, ji bo mitînga "Em natirsin em bêdeng nabin em Filistînê ji bîr nakin" a ku ji hêla Îtifaqa Însanî û Platforma Îradeya Neteweyî ji bo rawestandina qetlîama li Filistînê bi beşdariya zêdeyî 400 saziyên civaka sivîl tê lidarxistin, berê xwe dan Pireya Galatayê.
Welatiyên ku dê beşdarî çalakiya bi pêşengiya Weqfa Ciwaniya Tirkiyeyê (TUGVA) tê lidarxistin bibin, pişî nimêja sibehê ya li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê û mizgeftên wekî Sultanehmed, Fatîh û Suleymaniyeyê, kom bi kom ber bi Pireya Galatayê dest bi meşê kirin.
Gelek welatî li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê hatin cem hev ku ji cihên kombûna berî çalakiyê ye. Bi deh hezaran beşdarên ku li vir nimêja sibehê kirin, berê xwe dan Pireya Galatayê.
Welatiyên di dest da alayên Tirk û Filistînê û di stûyê wan da jî egal ji bo piştgiriya Xezeyê, dem demî tekbîr anîn û diruşmên "Ji Stenbolê ber bi Xezeyê hezar silav ji berxwedanê ra" û "Ji çem ber bi deryayê Filistîna azad" berz kirin.
Her wiha welatiyên ku li Mizgefta Suleymaniyeyê jî nimêj kirin, alayên Tirk û Filistînê di dest da dest bi meşê kirin.
Beşdarên ku bi pankartên bi nivîsa "Edalet ji bo Filistînê, wijdan ji bo dinyayê" meşiyan, dem demî tekbîr anîn û durişmên "Bijî întifadaya kurewî" û "Îsraîla qatil ji Filistînê bicehime" berz kirin.
Abdullah Ozdemirê Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Stenbolê, Bilal Erdoganê Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Belavkirina Ilmê, Abdullah Ceylanê Serokê Komeleya Îmam Xetîbên ONDERê, hin parlamenter, şaredar û endamên protokolê piştî nimêja sibehê ya li Mizgefta Ereban a Karakoyê berê xwe dan Pireya Galatayê.
Bilal Erdogan di dema meşê da daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku wan bi diakirina ji bo Filistînê dest bi sala nû kir û her wiha em jî dizanin û gelê me jî dizane ku ew yek hêzeke menewî ye ku mirov di sibeha ewil a salê da li mizgeftan kom bibe û ji bo sala nû dia bike.
Erdogan got, "Em ji aliyekê va seba mezlûmên Filistînê dia dikin. Ji aliyekê va şehîdên xwe bibîr tînin. Ji aliyê din va jî em hemû bi hev ra dia dikin ku 'Sala 2026an ji bo hemû miletên me, ji bo mezlûmên Filistînî bibe wesîleya xêr û xweşiyan.' Em spasiya hemû beşdaran dikin."
Bîlal Erdogan wiha axivî, "Jimara beşdaran sal bi sal zêde dibe û ev jî nîşan dide ku mişterekên me yên hevpar çi qas xurt in û em wekî milet vê sibehê hîs dikin. Ji ber wê jî em pir bextewar û şad in. Înşeallah Rebbê min vê helwesta vî miletî îsal wekî ronahiya çavan nesîbê me bike, wekî azadî nesîbê xwişk û birayên me yên Filistînî bike, azadiya Qudisê nesîbî me bike."
Serokê Giştî yê ONDERê Ceylan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di sibeha ewil a sala nû da wan li ser Pireya Galatayê bi sed hezaran ra peyameke pir mezin da û dengê xwe bilind kir.
Ceylan wiha got, "Ne pêkan e ku zilm û zalimên Îsraîlê bikaribe li hemberî ev qas wijdanan bisekine. Bi destûra Xwedê siyonîzma ku hucreya penceşêrê ya herî mezin a dinyayê ye, wê di 2026an da pûç bibe. Em bi vê bawer in. Ahê mezlûmên Xezeyê êdî ji erşê derbas kir. Zilm li her derê bela bû û hemû însanên dinyayê, kesên xwedî wijdan rabûn ser piyan."
Welatî bi kortejan ra û bi serê xwe meşiyan û gihîştin Pireya Galatayê. Beşdar ji kontrola polêsan derbas dibin û wisa hildidin qadê.
Hin saziyên alîkariyê jî simît, çay û şorbe îkramî welatiyan dikin.
Ji aliyê din va ekîbên polêsan li derdora pire û mizgeftan tevdîrên ewlehiyê hildan.
🇵🇸 Beşdarbûna welatiyan di xwepêşandana ku li ser Pira Galatayê ji bo piştgiriya Filistînê tê lidarxistin de berdewam dike pic.twitter.com/sCvCBuX6eR
— Anadolu Kurdî (@aa_kurdish) January 1, 2026
- Çalakiya ku ji bo piştgiriya Filistînê li ser Pireya Galatayê tê lidarxistin, dest pê kir
Çalakiya ku Tifaqa Mirovahiyê û Platforma Îradeya Neteweyî bi beşdariya ji 400î zêdetir saziyên civaka sivîl va ji bo sekinandina komkujiya li Filistînê li ser Pireya Galatayê li dar xist, dest pê kir.
Bi pêşengiya Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) bi duruşmeya "Em natirsin, huş nabin, Filistînê jibîr nakin" çalakî hat lidarxistin û ji bo çalakiyê welatî li pêşiya Mizgefta Mezin a Ayasofya, Siltanehmed, Fatîh, Silêmanî û Mizgefta Nû ya Emînonuyê civiyan û paşê wekî kortej meşiyan Pireya Galatayê.
Ji ber ku rêyên derdikevin pireyê, ji trafîkê ra hatin girtin, beşdar bi meşê an jî bi kelekan hatin qadê.
Welatiyên ku di kelekan da bû, meşale pê xistin, alayên Tirkiye û Filistînê ba kirin û beşdarî çalakiyê bûn.
Li derdora pireyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan û pankarteke terikî ya ku bi Tirkî û Îngilizî li ser "Ji bo Xezeyê Edalet" nivîsar e û alayên Tirkiye û Filistînê bi pireyê va hatin daliqandin.
Welatiyan duruşme berz kirin û tekbîr anîn, alayên destê xwe hejandin.
Digel ku hewa sar e, zarok jî beşdarî çalakiyê bûn. Hat dîtin ku di wesayîta anonsê ya Şaredariya Bagcilarê da keçikeke piçûk bi qêrîn got "Tekbîr" û qerebalixê jî got "Allahuekber" û bersiv dayê.
Hin beşdaran ji ser nerdewanên Mizgefta Nû ya Emînonuyê mitîng temaşe kir.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Fatma Betul Sayan Kayaya Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê û Seroka Polîtîkayên Civakî, Bilal Erdoganê Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Belavkirina Ilmê, Serokê Giştî yê TUGVAyê Îbrahîm Beşinci, Seroka Giştî ya Weqfa Jin û Demokrasiyê (KADEM) Canan Sari û gelek parlamenter û şaredar beşdarî meşê bûn.
Li ser Pireya Galatayê li cihê ji bo çapemeniyê hat terxankirin pankarta "Em natirsin em bêdeng nabin û em Filistînê ji bîr nakin" cih girt. Ekranên qerase hatin bicihkirin û her wiha ji bo deng jî kolon hatin edilandin.
Xêza "Henzele" ya xêzkerê Filistînî Nacî el-Elî ya bi Filistînê ra tê bibîranîn, wekî afîş li avahiya li pişt platforma çapemeniyê hat daliqandin.
Bernameyê bi axaftina beşdaran dest pê kir û berhemên hunermendên wekî Maher Zain, Esat Kabakli û Grup Yuruyuşê hatin vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
