Tirkiye

Ji bo ku "piyên piçûkan" necemide gund bi gund digere

Taner Guneşê ku li ser medyaya civakî bi diruşma "bira piyên piçûkan necemide" kampanya da destpêkirin, botên ku jê ra hatine şandin, ji bo ku bide zarokan gund bi gund digere

Önder Beyter  | 27.11.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
Ji bo ku "piyên piçûkan" necemide gund bi gund digere

Kars

 Taner Guneşê ku li ser medyaya civakî bi diruşma "bira piyên piçûkan necemide" kampanya da destpêkirin, botên ku jê ra hatine şandin, ji bo ku bide zarokan gund bi gund digere.

Guneşê ku bi qasî 2 sal berê bi navê "çîçikekî jî tu bide" hesabekî medyaya civakî vekir, çû 170 gundên bajêr û çîçik li qasî 15 hezar zarokî belav kir, li herêma ku zivistana wê dirêj û hişkiya wê jî zêde ye, ji bo zarokan kampanyaya solan da destpêkirin.

Guneş bi mamoste û mixtarên gundan ra dikeve peywendiyê û nimareya solên zarokên xwedî pêwîstî hîn dibe.

Guneşê ku bi wesayîta xwe diçe gundan û heta niha jî ji bo hezar zarokî botên zivistanê bir, dixwaze bi kampanyayê va xwe bigihîne 10 hezar zarokî.

- "Di sir û seqemê da herî zêde zarok dicemidin"

Guneş bal kişand ku zivistana Qersê dirêj û hişkiya wê jî zêde ye û wiha dewam kir:

"Di sir û seqema zivistanê da herî zêde zarokên me dicemidin. Ji ber vê çendê jî min biryar sitand ku kampanyayeke bi vî rengî bidim destpêkirin. Berî ku biçim gundan, ez ligel mamoste û mixtaran peywendî datînim. Ez ji wan nav, temen û nimreya solê hîn dibim û dû ra botan pakêt dikim û herwisa ligel hevalên xwe yên xwebexş, roja ku mesaiya me tune, dibim gundan. Em li gund jî dibistanan ziyaret dikin, diyariyên xwe pêşkêş dikin. Heger dibistan di tetîlê da be jî em li meydana gund kom dibin, ligel mixtar û mamosteyan diyariyên xwe didin xwîşk û birayên xwe yên piçûk."

- Zarokên ku botên zivistanê pê kirin, pir şad bûn

Ji zarokan Necla Nazar Koseya ku cotek bot jê ra hat diyarîkirin, diyar kir ku ji ber alîkariyê ew gelekî kêfxweş e.

Koseyê got ku di sermaya zivistanê da êdî piyê wê dê necemide û lewma jî sipasiya kesên ku alîkari da wan, kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.