Tirkiye

Ji bo ku nexweşan ra bibe hêvî 25 sal e xwînê dide

Ali Riza Yenerê 43 salî ku li Bîngolê di saziyekê da wekî karmend dişixule û ji 18 saliya xwe û vir va wekî xwebexş xwînê dide Heyva Sor a Tirk, gelekî bextewar e ku ji bo cara 28emîn xwîn bexşand

Önder Beyter  | 19.11.2020 - Rojanekırın : 20.11.2020
Ji bo ku nexweşan ra bibe hêvî 25 sal e xwînê dide

Bingöl

Ali Riza Yenerê 43 salî ku li Bîngolê ji 18 saliya xwe û vir va wekî xwebexş xwînê dide, gelekî bextewar e ku ji bo cara 28emîn xwîn bexşand.

Yener ku di saziyekê da wekî karmend dişixule, di 18 saliya xwe da wekî xwebexş cara ewil xwîn da Heyva Sor a Tirk. Yenerê ku serê ewil salewextê carekê xwîn bexşand, pey ra 6 mehan carekê xwîn da.

Yenerê ku dixwaze ji nexweşan ra bibe hêvî, bi bexşên xwe yên nîzamî va ji bo bexşandina xwe ya 10mîn bi madalyaya bronz, ji bo ya 25emîn jî bi ya zîv ji hêla Heyva Sor a Tirk hat xelatkirin.

Yener di Tira Bexşandina Xwînê ya Heyva Sor da piştî 25 salan ji bo cara 28emîn xwîn bexşand û ji ber vê yekê jî bextewar bû.

Yener ji peyamnêrê AAyê ra got ku ew dixwaze ji bo nexweşên li benda xwînê ne, bibe derman û her wiha ew hewil dide ku peywira xwe ya hemwelatîtiyê bîne cih.

Yener bal kişand ku wî cara ewil di 18 saliya xwe da xwîn da û wiha dewam kir:

"Bextewariyeke zehf mezin e ku mirov ji derdê nexweşê li benda xwînê û xizmên wan bibe derman. Dilşabûna wan ji bo mirov jî dilşadî ye. Ev hest, ne hesteke wisa ye ku mirov bi peyvan pênase bike. Lewma ez bangî hemû welatiyan dikim ku ji vê şabûnê bêpar nemînin û xwînê bibexşînin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.