Ji bo ku Kalderaya Nemrûd a li Bidlîsê li tora jeoparkê bê zêdekirin, temamkirina 101 krîteran tê xwestin

Bitlis
Ji bo ku Kalderaya Nemrûd a li Bidlîsê li Tora Jeoparka Kurewî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) were zêdekirin, îsal serlêdana fermî tê plankirin.
Kalderaya Nemrûd bi golên xwe yên ku rengê wan şîn û kesk e, dûkelk, bermahiyên lavan, rûberka riwekî, taybetiyên biyocure, jeomorfolojîk û jeolojîk, bedewiyên siruştî va dertê pêş. Ji bo ku kaldera li Tora Jeoparka Kurewî were zêdekirin proje dewam dike.
Proje bi pêşengiya Walîtiya Bidlîsê, Zanîngeha Bîtlîs Erenê û saziyên têkildar tê meşandin. Bi çêkirina projeyê ra lijneya zanistê hat avakirin û endamên lijneyê li Kalderaya ku di nava qadên volkanîk ên herî balkêş ên Tirkiyeyê da cih digire, lêkolînê dikin.
UNESCOyê ji bo tevlêkirina torê 101 krîter kifş kirine û seba temamkirina van krîteran xebat hatin kirin. Di xebatan da heta niha li kalderayê ji 30î zêdetir jeosît hatin tesbîtkirin. Armanc ew e ku krîterên mayî jî di dema herî kin da werin tesbîtkirin û serlêdana fermî were kirin.
Di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte ên Ewropayî da Kalderaya Nemrûdê "Xelata Têkûziyê" hilda. Piştî ku Kaldera li Tora Jeoparka Kurewî ya UNSECOyê were zêdekirin, tê payîn ku zêdetir turîstên biyanî herêmê ziyaret bikin.
Rektorê Zanîngeha Bîtlîs Erenê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş ji nûçegihanê AAyê ra axivî û wiha got, "Piştî bicihanîna 101 krîteran divê em serî li UNESCOyê bidin. Me sala çûyî di meha mijdarê da plan dikir, lê em dixwazin îsal hemû xebatan bikin û kêmasiyan kuta bikin. Ji bo ku serlêdanê bikin, divê em 101 krîteran kuta bikin. Di nava vî karî da Walîtiya me, Îdareya me ta Taybet a Bajêr, Midûriya Çand û Turîzmê, zanîngeha me, sazî û sazûmanî hene. Em hemû bi hev ra plan dikin ku vê projeyê bigihînin asta ku em dixwazin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.