Ji bo Gazîentab û Şanliurfayê hişyariya barana gur
Gaziantep
Walîtiyên Gazîentab û Şanliurfayê ji ber barana gur ya ku tê payîn, hişyarî dan.
Di daxuyaniya Walîtiya Gazîentabê da hat gotin navçeyên Araban, Yavuzelî, Nîzip, Karkamiş û Oguzelî di serî da, li rojhilatê bajêr baraneke gur tê payîn.
Hat gotin li gor nirxandina Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê tê payîn ku heta vê êvarê barana gur wê bibare û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li hemberî rewşên neyînî yên ku tê payîn, lehî, birûsk, zîpik, tengasiya di hatin û çûyînê da, bayê xurt, bahoz û car caran jî bablîsokê tê ricakirin ku welatiyên me ji bo ewlehiya can û malên xwe bila bi baldar û bi tevdîr bin."
- Şanliurfa
Walîtiya Şanliurfayê jî hişyarî da welatiyan ku ji ber barana gur a tê payîn ku wê li bajêr bibare, divê ew baldar û bi tevdîr bin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin: "Li hemberî rewşên neyînî yên wek lehî, birûsk, zîpik, tengasiya di hatin û çûyînê da divê bi baldar û bi tevdîr bê tevgerîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
