Ji bo Fermandariya Ewlekariyê ya Peravê wê sereskerên pispor bên hildan
Ankara
Hat ragihandin ji bo Fermandariya Ewlekariyê ya Peravê wê sereskerên pispor bên hildan.
Li gorî daxuyaniya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, serlêdan wê di navbera 19-29ê Çileya Pêşîn da bi rêya e-Devletê li ser navnîşana înternetê ya "https://www.turkiye.gov.tr/sahilguvenlik-komutanligi-is-basvurusu" bên kirin.
Kesên ku serî lê bidin divê welatiyên Tirkiyeyê bin, mêr bin, herî kêm xwedî dîplomaya lîseyê bin û temenê wan jî ji 27 salî derbas nebe (kesên ku di 1ê Çileya Paşîn a 1998an da an jî piştî wê ji dayik bûne).
Namzetên ku serî lê bidin divê wezîfeya xwe ya eskeriyê temam kiribin an jî niha wezîfeyê dikin bin.
Ji bo kesên ku wezîfeya xwe ya eskeriyê temam kirine, tê xwestin ku divê ji 5 salan zêdetir dem ji ser ra derbas nebe (yên ku di 19ê Çileya Pêşîn a 2020 da an jî piştî wê eskerî xelas kirine).
Rêbera agahdariyê ya ku hûrgiliyên serlêdanê dihewîne li ser malpera înternetê ya "www.sg.gov.tr"yê heye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
