Tirkiye

Ji bo eskerê ku li ser sînorê Iraqê şehîd bû merasim hat lidarxistin

Ji bo Çawişê Pispor ê Piyade Abdurrahman Topuksuz ku li Çukurcaya Hekariyê di operasyona li ser sînorê Iraqê da bi guleya tacizê ya terorîstên PKKyî şehîd bû, merasim hat lidarxistin.

Önder Beyter  | 17.11.2020 - Rojanekırın : 18.11.2020
Ji bo eskerê ku li ser sînorê Iraqê şehîd bû merasim hat lidarxistin

Van

Ji bo Çawişê Pispor ê Piyade Abdurrahman Topuksuz ku li Çukurcaya Hekariyê di operasyona li ser sînorê Iraqê da bi guleya tacizê ya terorîstên PKKyî şehîd bû, merasim hat lidarxistin.

Di merasima ku li gorî tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li Fermandariya Tûxaya Çiya û Komandoyan a Hekariyê hat lidarxistin da darbesta Tapuksuzê şehîd a li alaya Tirk pêçayî, anîn qadê.

Piştî rawestana rêznîşandanê kurtejiyana şehîd hat xwendin, dia hat kirin.

Cinazeyê Topuksuz ku li ser milê hevalên wî yên esker bo ambulansê hat veguhestin, ji bo ku ji memleketê wî Osmaniyeyê ra were şandin, ber bi Wanê hat birêkirin.

Walî û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik, Fermandarê Tûxaya Çiya û Komandoyan Hasan Paçali, Serdozgerê Komarê Îsmet Çinar, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Atanur Aydin, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tûxgeneral Ahmet Kavukçu, amîrên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşarî merasimê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın